Di meha Tîrmehê de 12 kolber hatin kuştin û birîndarkirin

Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Hana di meha Tîrmehê de 6 kolberên Kurd ji alyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin qetilkirin û 6 jî birîdar bûne. NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha Tîrmehê de 12 kolber hatin kuştin û birîndarkirin
1 tebax, 2025   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Hana derbarê êrişên hêzên Îranê ya li ser kolberan rapora meha Tîrmehê eşkere kir.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku di meha Tîrmehê de li sînorên Rojhilatê Kurdistanê 12 kolberên Kurd bûne armanca hêzên rejîma Îranê.

Hate diyarkirin ku di van êrişan de 6 kolber hatine qetilkirin û 6 jî birîndar bûne.

Hêjahî bibîrxistinê ye sala 2024’an li Rojhilatê Kurdistanê 53 kolberên Kurd hatine qetilkirin û 131 jî birîndar bûne.