Guterres nûnerek ji bo Rojhilata Navîn tayîn kir

Sekreterê Giştî yê NY'yê der barê riska berfirehbûna qada şer li Rojhilata Navîn de hişyar da û nûnerek ji bo piştgiriya hewldanên kêmkirina aloziyê û çareseriyên dîplomatîk tayîn kir.

Guterres nûnerek ji bo Rojhilata Navîn tayîn kir
25 adar, 2026   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro dîplomatê fransî Jean Arnault wekî nûnerê xwe yê kesane tayîn kir da ku piştgiriyê bide hewldanên bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn. Guterres anî ziman cîhan bi xetereya şerekî berfirehtir re rû bi rû ye.

Guterres li avahiya NY'yê ya New Yourkê ji rojnamevanan re got, ew bi gelek aliyên li herêmê û cîhanê re di têkiliyek nêzîk de ye û ji bo diyalog û aştiyê hewldan hene.

Antonio Guterres anî ziman ku divê ev hewldan bi ser kevin. Her wiha hişyarî da ku girtina tengava Hurmuzê bi demek dirêj dê tevgera petrol, gaz û semadê asteng bike.

Guterres diyar kri ku dem dema rawestandina rageşiyê û destpêkirina dîplomasiyê ye û got, navbeynkarên li NY'yê xizmetên xwe nîşan dan û Arnault dê her tiştê ku dikare bike da ku piştgiriyê bide hewldanên aştiyê.

(bb)