Eraqcî: Bi Washingtonê re danûstandin tune ne

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqcî diyar kir ku bi Washingtonê re danûstandin nayên kirin û anî ziman ku danûstandina peyaman nayê wateya danûstandinê.

Eraqcî: Bi Washingtonê re danûstandin tune ne
25 adar, 2026   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqcî daxuyand ku di navbera Îran û DYA’yê de tu danûstandin tune ne.

Eraqcî anî ziman ku peyamên ku bi navbeynkarên cûrbecûr têne şandin "nayên wateya danûstandinê" û anî ziman ku niyeta Tehranê tuneye ku rasterast bi DYA’yê re danûstandinan bike.

Ebas Eraqcî da zanîn ku rêveberiya welêt pêşniyarên aştiyê yên heyî dinirxîne û îdia kir ku DYA di şer li dijî Îranê de negihîştiye armanca xwe. Her wiha destnîşan kir ku di nava van armancan de bendewariya serketinek leşkerî ya bilez û guhertina rejîmê hene.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê rola DYA’yê ya li herêmê rexne kir û diyar kir ku Washington tevî hebûna leşkerî jî nikare hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn biparêze û bang li cîranên Îranê kir ku ji DYA’yê dûr bikevin.