Gundewarê Çiyayê Kezwan ê Til Temirê tê topbarankirin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê bajarokê El Xera yê li herêma Çiyayê Kezwan a Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Gundewarê Çiyayê Kezwan ê Til Temirê tê topbarankirin
19 kanûn, 2024   17:04
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji bajarê Til Temirê dane, di van kêliyan de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran navbera gundên Ebû Ceradê û El Mebtoh ên rojhilatê bajarokê El Xera ya herêma Çiyayê Kezaw a Til Temirê topbaran dikin.

Nûçegihan tu hûrgiliyên din parve nekirin.

(fr)