Çeteyên DAIŞˈê li ser rêya Tedmur-Humsê kesek qetil kir

Şaneyên çeteyên DAIŞˈê li ser rêya Tedmur-Humisê şêniyek qetil kir.

Çeteyên DAIŞˈê li ser rêya Tedmur-Humsê kesek qetil kir
19 kanûn, 2024   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHr), şaneyên çeteyên DAIŞˈê li ser rêya Tedmur-Humisê şêniyek bi guleyan qetil kir.

Êriş li nêzî herêma Beyarat (10 km dûr Tedmur) pêk hat ku şaneyên DAIŞˈê lê çalakî in.

Bi ketina rejîma Beşar Esed û zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, tevgera şaneyên DAIŞˈê zêdetir bûn.

(bb)