Gundên Şêrawayê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dikin.

Gundên Şêrawayê tên topbarankirin
7 tebax 2024   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meyasê, Zerneîtê û Burc Qasê yên bajarokê Şêrawa yê kantona Efrîn û Şehbayê bi çekên giran topbaran dikin.

(fr)