Nûrî El Xelîl: Em amade ne bersiva her êrişekê bidin

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wan ji çend mehan ve hewl didin ewlehî û îstîqrara li herêmê têk bibin. El Xelîl got QSDˊê amade ye bersiva her êrişeke li dijî herêmê bidin.

Nûrî El Xelîl: Em amade ne bersiva her êrişekê bidin
7 tebax 2024   17:47
DÊRAZOR
KEWSER EL CASIM

Ajansa me der barê pêşdeçûnên dawîn li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de bi yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl re civiya.

El Xelîl got: "Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengiyên mezin hene, bi taybet hikumeta Şamê hewl dide ewlehiya herêmê, nemaze Dêrazorê ji ber girîngiya stratejiya wê, têk bibe. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) her tim amade ne bersiva êrişên milîsên Îranê û çeteyên hikumeta Şamê bidin."

El Xelîl rola QSDˊê ya têkildarî bersivdana êrişa dawîn a li dijî herêmên Xiranîc, Sebhe, Teyane û Zîban û hin herêmên din ên rojhilatê Dêrazorê silav kir.

El Xelîl topbarana ketober a bi obîsan û hawnan ku di encamê de sivîl şehîd bûn şermezar kir.

El Xelîl rola şêniyan di piştgiriya QSDˊê de silav kir û got ew amade ne berisva her êrişeke li dijî herêmê bidin ku îstîqrar û ewlehî misoger be.

(fr)

ANHA