Li Ezazê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li Ezazê li nêzî benda kontrolê ya Şet a çeteyên dewleta Tirk a dagirker erebeyeke bombebarkirî teqiya, li gorî agahiyan kuştî û birîndar çêbûn.

Li Ezazê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li Ezazê teqîn: Kuştî û birîndar hene
7 tebax 2024   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih, di navbera bajarê Ezazê û Efrîna dagirkirî de li nêzî benda kontrolê ya Şet a çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ ên dewleta Tirk a dagirker erebeyeke bombebarkirî teqiya.

Heman çavkanî diyar kir ku kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

(fr)