Gundên Metîna û Amêdiyê bi dijwarî hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker 20 caran herêma Metîna bi dijwarî bombebaran kir û 25 mûşek avêtin gundê Kiwan û gundên derdora wê.

Gundên Metîna û Amêdiyê bi dijwarî hatin bombebarankirin
24 gulan, 2024   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, îro bi dijwarî li dijî herêmên Zap û Metîna bombebaran dest bi êrişên dijwar kirin. 

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Metîna û derdora gundên Reşave, Guherz û Belave yên girêdayî Amêdiyê yên girêdayî parêzgeha Duhokê 20 caran bombebaran kirin.

Her wiha li gorî agahiyên ku şahidê bombebaranê dane Rojnewsê, artêşa Tirk a dagirker 25 mûşek li gundê Kiwan û gundên derdora wê dane.

Hate ragihandin ku di bombebaran û topbaranên artêşa Tirk a dagirker de ziyaneke mezin a madî û jîngehî gihiştiye deverê, lê heta niha têkildarî ziyanên canî tu agahî nehatin parvekirin.