Amadekariyên civîna eşîr û pêkhateyan bi dawî bûn

Sibe (Şemiyê) li bajarê Hesekê civîna yekitiya nîştimanî ya eşîr û pêkhateyên Sûriyeyê li dar dikeve.

Amadekariyên civîna eşîr û pêkhateyan bi dawî bûn
Amadekariyên civîna eşîr û pêkhateyan bi dawî bûn
Amadekariyên civîna eşîr û pêkhateyan bi dawî bûn
Amadekariyên civîna eşîr û pêkhateyan bi dawî bûn
Amadekariyên civîna eşîr û pêkhateyan bi dawî bûn
Amadekariyên civîna eşîr û pêkhateyan bi dawî bûn
Amadekariyên civîna eşîr û pêkhateyan bi dawî bûn
24 gulan, 2024   20:01
HESEKÊ

Sibe (Şemiyê) civîna duyemîn a yekitiya nîştimanî ya eşîr û pêkhateyên Sûriyeyê li Stadyuma Werzîşê ya bajarê Hesekê li dar dikeve. 

Komîteyên amadekar amadekariyên civînê bi dawî kirine. Di çarçoveya amadekariyan de 56 kon hatine vedan.

Li gorî komîteya amadekar, wê civîn bi dirûşma "Ji bo Sûriyeke yekbûyî ya nenavendî, diyalog, ewlehî, avakirin" li dar bikeve. Ji eşîr, endamên saziyên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê zêdetirî 5 hezar kes beşdarî civînê bibin.

(bb)