Li Reqayê Konferansa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir

Li bajarê Reqayê konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Di konferansê de 3 mijarên sereke wek rastiya fermandariyê, komploya navneteweyî û şaristaniya demokratîk dê werin nîqaşkirin.

Li Reqayê Konferansa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
13 sibat, 2024   12:49
REQA

Li bajarê Reqayê Konfernasa Însiyatîfa Sûriyeyê  ya  ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi berxwedana gelan wê dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û bihara gelan pêk were" dest pê kir.

Di konferasnê de endamên însiyatîfê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Meclisa Rûspiyan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, endamên PYD`ê, nûnerên Însiyatîfa Gel û Meclisa Qanûnsaz û nûnerên însiyatîfê şaxê kantonên Tebqa, Minbic û Dêrazorê di konferansê de hazir in.

Hevserokê Meclisa Gelên Demokratîk a kantona Reqayê Lûey El Îsa, bi xêrhatina beşdaran kir û soz da ku têkoşînê berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.  

Her wiha cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk Hemdan El Ebid axivî û teqezî bi helwesta gelên herêmê ji bo piştgiriya aştiyê kir.

Di konferasê de dê 3 mijarên wek rastiya Rêvebertiyê, komploya navneteweyî û şaristaniya demokratîk bên nîqaşkirin.

Çav li rê ye ku di konferansê de encamnameyek bê derxistin.

Ev konferans di çarçoveya çalakiyên bi boneya salvegera 25`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de tê lidarxistin.

(şx)

ANHA