Gundekî Şera hat topbarankirin: Leşkerekî hêzên Şamê birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Tinibê yê navçeya Şera ya Efrînê bombebaran kir, di encamê de leşkerekî hêzên Şamê birîndar bû.

Gundekî Şera hat topbarankirin: Leşkerekî hêzên Şamê birîndar bû
25 ÇILE, 2024   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Tinibê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî bombebaran kir. Di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

(fr)

ANHA