Careke din balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê Kobanê bombebaran dikin

Careke din balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gundewarên Kobanê ya kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dikin.

Careke din balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê Kobanê bombebaran dikin
25 ÇILE, 2024   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker herêma di navbera Koran û Xerbîsan ên gundewarên Kobanê de bombebaran dikin, hemwextî wê balafirên bêmirov li asîmanê herêmê û navçeya Eyn Îsayê digerin.

Beriya çend kêliyan jî balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li herêma naborî bombebaran kirin, di encamê de leşkerek birîndar bûn.

Her wiha balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke din a hêzên hikumeta Şamê li gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî bombebaran kir.

(fr)

ANHA