Gumrikên nû lêçûnên avahîsaziyê du qat zêde kirin

Zêdebûna bacên gumrikê li ser pêdiviyên avahîsaziyê bû sedema fikarên mezin di sektora avahîsaziyê de. Hişyarî hene ku eger ev zêdebûn bidome dê xebatên avahîsaziyê bisekinin.

Gumrikên nû lêçûnên avahîsaziyê du qat zêde kirin
29 gulan, 2026   06:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Piştî ku Desteya Dergeh û Gumrikê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê hemû dergehên herêmê kontrol kirin, sîstemeke nû ya gumrikê ragihand. Sîstema nû bandoreke mezin li ser tevgera bazarê kir û buhayên xwarinê zêde kirin. 

Di heman demê de sîstema gumrikê bandor li pêdiviyên avahîsaziyê jî kir. Di vê sîstemê de rêjeya gumrikê li ser pêdiviyên avahîsaziyê di navbera ji sedî 10-20’an de hate zêdekirin. Li gorî wê jî, gumrika li ser toneke hesin, alumînyûma xav, cama pehn û textên birî bû ji sedî 10. Gumrika li ser seramîk, porselen û boyaxan jî ji sedî 20 hatiye zêdekirin. Her wiha gumrika li ser boriyên plastîk û pêdiviyên kanalîzasyonan ji sedî 15 hatiye zêdekirin. Gumrika li ser çîmentoyê wekî xwe maye. Lê gumrika li ser klînker û biletên hesin ji sedî 13 daket ji sedî 7’an.

Ev zêdebûn bandoreke rasterast li xebatên avakirinê yên li herêmê kir û hewldanên peymankaran ên berdewamiya pêkanîna projeyên niştecîh û bazirganî asteng kir. Lew ra dibe ku gelek proje ji ber lêçûnên bilind ên pêdiviyên bingehîn bisekinin.

Li bajarê Çilaxayê di encama zêdebûna lêçûnên pêdiviyên bingehîn ê avakirinê de hin xebat nîvco man, hin jî tevî zêdebûnê buhayên pêdiviyan, xwediyên wan neçar dimînin ku miqdarên mezin ên pereyan didin da ku projeyên xwe temam bikin û bi buhayên bilind bifiroşin.

Elî Mele Evdo wekî peymankar çavdêriyê li xebateke avakirinê dike, diyar kir ku wan amadekariyên avakirina avahiyeke 3 qat dikir, lê zêdebûna gumrikê ya li ser pêdiviyên bingehîn bû sedem ku lêçûnên avakirinê zêde bibin û bandor li hewldanên peymankaran ên domandina xebatên avakirinê bike.

Elî Mele Evdo da zanîn ku piştî zêdekirina gumrikê buhayên hesin zêde bûn û ev agahî dan "Berê me tonek hesin bi 600 dolarî dikirî, lê niha bûye bi 700 dolarî. Ev bihabûn wê bide sedema zêdebûneke mezin a lêçûnên avakirinê. Heya ku xebatek avakirinê bi dawî bibe dê miqdarek mezin a pereyan were xerçkirin."

Evdo anî ziman ku biryara zêdekirina gumrikê barên wan giran dike û xebatên wan ên avakirinê di bin gefa rawestînê de dihêle, di heman demê de dê bandorê li tevgera firotina milkan bike.

Evdo îşaret pê kir li bajarê Çilaxa yê ku bajarekî biçûk e milkek ku berê bi nêzî 13 hezar dolarî dihat firotin, dibe ku piştî buhabûna pêdiviyên avahîsaziyan, heqdestê karkeran û veguhestinê bighêje nêzî 25 hezar dolarî. Her wiha got, eger bihabûna pêdiviyên sereke bidome, dê tevgera kirîn û firotina milkan kêm bibe.

Elî Mele Evdo bang li aliyên têkildar kir ku ji bo parastina istiqrara sûka avahîsazî û domandina xebatên avakirinê, vê zêdebûna li ber çavan bigire.

Necarê bi navê Azad Heyder jî diyar kir ku zêdekirina gumrikê li ser pêdiviyên avakirinê dê bibe sedema kêmbûna derfeta karê necariyê ku debara wan a sereke ye û jî anî ziman ku berdewama vê zêdebûnê dê bandorê li tevgera kirîn û firotina milkan bike û banga li aliyên têkildar kir ku zêdebûnê li ber çavan bigire.

(bb)

ANHA