Guleyên obîsan li Derayê ketin

Artêşa Îsraîlê perwerdeyên leşkerî li ser xaka Sûriyeyê pêk anîn. Ji ber perwerdeyê 3 guleyên obîsan li gundewarê Derayê ketin.

Guleyên obîsan li Derayê ketin
23 cotmeh, 2025   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şahidan, duh derengiya şevê 3 guleyan obîsan li derdora bajarokê Koya yê gundewarê rojavayê Derayê ketin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku jêdera topan baregha El Cezîrê ya li Quneytrayê ye ku hêzên Îsraîlê lê bi cih bûne. Lê nehat zanîn bê ka zerarên madî yan mirovî çêbûne an na.

Li gorî SOHR’ê, hêzên Îsraîlê ji baregeha Til El Ehmer a Rojava ya li bajaroka Kodne yê gundewarê Quneytrayê ne, di çarçoveya perwerdeya leşkerî ya ku li herêmê daye destpêkirin de, hin guleyan obîsan avêtin.

Hêzên Îsraîlê duh derdora saet 20.00’an perwerdeyên leşkerî dabû destpêkirin. Li gel wê tevgereke zêde ya hêzên wê li hundirê Colanê hebû.

(bb)