Li Dêrazorê di êrişeke bombeyî de 3 kes birîndar bûn

Li bajarê Dêrazorê di encama êrişeke bombeyî de 3 kes birîndar bûn.

Li Dêrazorê di êrişeke bombeyî de 3 kes birîndar bûn
23 cotmeh, 2025   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh derengiya şev li taxa Ciblêlê ya bajarê Dêrazorê ku di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de ye dengê teqînan hat bihîstin.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çekdarên li motorsîklêtê bûn, bombeyeke destan avêt kombûna ciwanan . Li gorî heman çavkaniyan, 3 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyên bajar hatin veguhestin.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de, tevlihevî, êriş, qetilkirin û revandin zêde bûne.

(bb)