Guherînên avhewayê pîşeya mêşvaniyê tengav kiriye

Ji ber guherînên avhewayê û hişkesaliyê, mêşvanê bi navê Tahir Umer di du salên borî de 200 kewarên mêşhungivan ji dest dan, lê ew bi birayar e ku pîşeya ji malbata xwe wergirtiye biparêze.

Guherînên avhewayê pîşeya mêşvaniyê tengav kiriye
Guherînên avhewayê pîşeya mêşvaniyê tengav kiriye
Guherînên avhewayê pîşeya mêşvaniyê tengav kiriye
Guherînên avhewayê pîşeya mêşvaniyê tengav kiriye
Guherînên avhewayê pîşeya mêşvaniyê tengav kiriye
Guherînên avhewayê pîşeya mêşvaniyê tengav kiriye
Guherînên avhewayê pîşeya mêşvaniyê tengav kiriye
29 hezîran, 2025   06:15
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD - SILAVA EBDULREHMAN

Li gundê Qijleyê yê rojavayê bajarê Amûdê, Tahir li ber kewarên xwe yên mêşhingivan, bêzar radiweste. Kewarên ku ji bav û kalên xwe wergirtine, ji ber germê û guherînên avhewayê her sal kêm dibin.

Tahir dibêje, "Berî du salan, ji ber sal xweş bû, nêzîkî 250 kewarên me hebûn. Lê piştî guherîna avhewayê, kêmbûna baranê, bilindbûna germahiyê û reşandina dermanên kîmyewî yên kêzikan, tenê 50 kewarên me mane."

JÎNGEHA TÎMARKIRINA MÊŞÊNHINGIVAN NEMAYE

Tahirê ku zêdetirî 25 salan e mêşvaniyê dike, du salên borî wekî yên herî xirab bi nav kir. germa zêde û kêmbûna barîna baranê rasterast bandor li ser şînkahiyê kiriye û jîngeha mêşhingivan kêm bûye.

Her wiha ji ber germahiya zêde mêş nikarin bi roj derkevin çêriyê, tenê ber êvarê derdikevin, yan dema ku germahî hinekî kêm dibe.

LI HÎNGEHEKE GUNCAW DIGERE

Tahir ji bo kewarên mêşên hingiv biparêze, di demsala havînê li cih û deverên guncaw digere, deverên çolê yên têr dar û bi sî ku bayê wê hînik be, ew kewarên xwe di mehên havînê de dibe wan deveran, lê tevî hemû hewldanan jî, ji ber sermaya despêka salê gelek mêşên wî mirin.

Tahir ji bo ku hingivekî baş hilbirîne, salê carekê hingiv ji kewaran derdixe. Li gorî Tahir hingivê xwezayî ne tenê çavkaniyek debara jiyanê ye, lê nirx û girîngiya wê ya xurekî jî ji bo mirovan zêde ye.

Mêşhingiv ji gelek kulîlkên daran û yên li çolê hingivê çêdike, lewma nirxê hingivê yê xurekî pir zêde ye û ji bo gelek nexweşiyan weke derman tê bikaranîn.

TEVÎ ZEHMETIYAN JÎ KARÊ XWE BERDEWAM DIKE

Tevî ku Tahir derçûyê fakuleteya aboriyê ye jî, lê wî karê tîmarkina mêşhingivan hilbijartiye,  ew di wê baweriyê de ye ku ev pîşe beşekî nasnameya çandî ya malbata wî ye.

Tahir dixwaze zanîna xwe ya mêşvaniyê pêş bixe da ku pîşeya ji malbata xwe wergirtiye biparêze.

(k)

ANHA