Grossi: Îran dikare di çend mehan de uranyumê hibirîne

Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî got ku Îran dikare di nav çend mehan de dest bi hilberîna uranyuma dewlemendkirî bike.

Grossi: Îran dikare di çend mehan de uranyumê hibirîne
29 hezîran, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî, Rafael Grossi, roja şemiyê ji CBS Nwes`ê re diyr kir ku Îran dikare di nav çend mehan de dest bi hilberîna uranyuma dewlemendkirî bike, tevî zirara ku ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê li dezgehên wê yên nukleerî çêbûye jî.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqci roja Pêncşemê ragihand ku zirara ku di encama şerê 12 rojan zirereke mezin li gezgehên nukleerî yên welatê wî bûye. Her wiha Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump jî got ku bernameya nukleerî ya Îranê "bi dehsalan paşde maye".

Lêbelê, Grossi di hevpeyvînekê de bi CBS News re destnîşan kir ku "hin ji bernameya Îranê hîn jî heye."

Grossi her wha got, "Ez dibêjim ku ew dikarin di nav çend mehan de, çend beşên bernameya xwe bixebitin da ku uranyuma dewlemendkirî  hilberînin. "

(k)