Îran: Di êrişa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê de 71 kes mirin

Berdevkê Saziya Dadwerî ya Îranê Esxer Cehangîr diyar kir ku di encama êrişa Îsarîlê ya li ser girtîgeha Evînê de, girtî jî di nav de 71 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Îran: Di êrişa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê de 71 kes mirin
29 hezîran, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl-Îranê ku di 13’ê Hezîranê de dest pê kir di 24’ê Hezîranê de bi ragihandina agirbestê sekiniye. Di şeva 24’yê Hezîranê de balafirên şer ên Îsraîlê girtîgeha Evînê ya li Tahranê jî bombebaran kiribûn.

Berdevkê Saziya Dadwerî ya Îranê Esxer Cehangîr derbarê êrişa Îsraîl ya li ser girtîgeha Evînê de daxuyaniyek da.

Esxer Cehangîr daxuyand ku di encama êrişa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê ya li Tahranê de, 71 kesan jiyana xwe ji dest dane û got; “Kesên jiyana xwe ji dest dane karmendên girtîgehê, ciwanên ku xizmeta leşkerî dikirin, hinek ji girtiyên di girtîgehê de, xizmên girtiyên ji bo serdanê hatibûn girtîgehê û hinek jî cîranên girtîgehêne..”

Cehangîr got, ji ber êrişê ziyanek mezin gihiştiye avahiya girtîgehê, cihê hevdîtina malbat û girtiyan û avahiya dozgeriya giştî ya li girtîgehê.

Hêjayî gotinê ye girtîgeha Evîn dikeve taxa Evînêê ya li herêma Şehran ya li paytexta Îran, Tahranê. Di vê girtîgehê de Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî di nav de gelek girtiyên din yên siyasî dihatin ragirtin.