Gotûbêjên têkildarî Ukraynayê û aloziyên li Îsraîlê rojevên ragihandina erebî ne

Ji bo ewlehiya Ukraniyayê li Koşka Spî hevdîtinek sêalî hat li darxstin. Guhertina helwesta Amerîkayê jî der barê şerê Rûsiya û Ukraniyayê de Kîev û Ewropayê xist bin zextên çareserî û garantiyên nezelal.

Gotûbêjên têkildarî Ukraynayê û aloziyên li Îsraîlê rojevên ragihandina erebî ne
19 tebax, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina Erebî îro der barê sê mijarên sereke de nivîsîn: guhertina helwesta Amerîkayê li ser şerê Ukraynayê, encamên civîna sêalî ya DYA-YE-Ukraynayê, û zêdebûna arîşeyên li Îsraîlê.

UKRAYNA Û EWROPA DI BIN ZEXTÊ DE NE

Rojnameya El Xelîc li ser guhertina helwesta Amerîkayê der barê şerê Ukraynayê de nivîsî. Li gorî rojnameyê bi hatina rêveberiya nû, Waşhignton êdî weke berê piştgiriya leşkerî ya vekirî nade Ukraynayê. Berevajî vê, wê şertên darayî û siyasî ferz kiriye û ji bo çareseriyek rastîn, zext kiriye. Rojnameyê destnîşan kir ku ev guhertin Kîev û Ewropayê xist bin zextê, bi taybet ku pêşveçûnên Rûsyayê berdewam dikin û sizayên Ewropayê bandorê lê nakin.

JI BO KÎEVÊ 4 PÊŞNIYARÊN EWLEHIYÊ

Tora El Arabiya ragihand ku civîna Koşka Spî ya di navbera Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, hevtayê wî yê Ukraynyayê Volodymyr Zelensky û lîderên Ewropî de bi erênî encam da. Di civînê de bi li ser çar garantiyên ewlehiyê ji bo Ukraynayê hate gotûbêjikirin, bêyî ku ew bibe emdamê NATOˊyê.

Pêşniyarên civînê ev bûn; pêkanîna parastineke ku dişibe xala 5`an a peymana NATOˊyê, bicihkirina hêzek pirneteweyî, avakirina hêzek aştîparêz, an hêzek çavdêriyê ya sînordar. Trump jî piştgiriya welatê xwe ji bo van pêşniyaran anî ziman.

GELO DÊ ÎSRAÎL JI HUNDIR DE  HILWEŞE?

Rojnameya El Arab a li Londonê bal kişand ser xwepêşandanên li Îsraîlê û diyar kir ku alozî nîşan didin siyasetên heyî nayên pejirandin, ji ber van siyasetan nebûn egera siberojeke ewle, lê bûn sedema tundî û tolhildanê.

Rojnameyê da zanîn ku ev perçebûna hundirîn nîşan dide ku çareseriyên leşkerî aştiyê bi dest naxin û bersiva pirsgirêkên rastîn ên ku herêm pê re rû bi rû ye nadin. Lewma divê xwediyên biryarê li Îsraîl û cîhanê her tiştê ku wan bawerî pê dianî ji nû ve binirxînin, ji ber ku rewşa heyî hem li Xezayê û hem jî li Îsraîlê rê li ber perçebûn û wêraniyeke din vedike.

(k)