Di vemirandina agirên Laziqiyê û Hemayê de ne zelalî

Şewata li daristanên Laziqiyê û Hemayê hîn jî didome. Tê gotin di xebatên vemirandinê de ne zelalî heye. Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê rê ne da tîmên agirkujê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî vemirandina agir bibin.

Di vemirandina agirên Laziqiyê û Hemayê de ne zelalî
19 tebax, 2025   11:00
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şewata li daristanên Laziqiyê û Hemayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li gorî çavkaniyan, di xebatên vemirandinê de ne zelalî heye. Balkêşe tevî dijwariya agir û firehbûna wê li ser herêmeke zêde hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê rê ne da tîmên agirkujiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bighêjin cihê agir.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, agir bajarok û gundên Eyn El Kerim, Eyin El Tîne û Dêr Mama yên rojavayê Hemayê jî dane ber xwe. Li aliyê din jî agirên din li gundên El Şecera, Terîq El Nebên, El Bedrûsiye, Çerxeriya Tişalma ya gundê El Semra yên herêma Keseb pêketine.

Di demekê de agir fireh dibe û herêmên mezin dide ber xwe, ragihandina hikûmeta veguhêz behsa vemirandina agir li daristanên Laziqiyê dike. Bêyî behsa agirê li gundewarê Hema û bi taybet yê li Erzîlat, Şetha, El Nehr El Barid û li Humis (Mermerîta) bikin. Ev di demekê de behsa agirê nû ku duh pêket li parêzgeha Tertûs û bi taybet li herêma Dirêkîş tê kirin.

Şewata li daristanan di roja 12’ê tebaxê de li hejmarek cihan ji rojavayê Hemayê dest pê kir. Di despêka mehê de jî agir li Laziqiyê bi taybet li herêmên Keseb, Çiyayê Kurdan û El Hefa pêket. Di encama agiran de zirarên mezin di daristanan zevî û milkên şêniyan de jî çêbûn.

Hêjaye bibîrxistinê di meha tîrmehê de jî agireke mezin di çiyayê Laziqiyê de pêkat. Di encama agir ku 12 rojan dewam kir de zêdeyî 16 hezar hiktar ji daristanan û zeviyên çandiniyê şewitîn û zêdeyî 45 gundan zirar dîtin. Li gorî agahiyên ji herêmê zêdeyî hezar û 200 malbat ji agir bandor bûn û çavkaniya jiyana xwe winda kirin.

(dc)