Ji ber kêmbûna mazotê ji sedî 80’yê jeneratoran nayên pêxistin

Ji ber kêmbûna mazota xizmetguzariyê derdora ji sedî 80’ê jeneratorên ku kehrebeyê didin Hesekê, nehatin pêxistin. Komîteya Jeneratoran diyar kir ku ji bo peydakirina mazotê û pêxistina jeneratoran xebatên wan dewam dikin.

Ji ber kêmbûna mazotê ji sedî 80’yê jeneratoran nayên pêxistin
24 hezîran, 2026   12:01
HESEKÊ

Di encamê rawestandina hejmareke zêde ya jeneratoran û kêmbûna sotemenniyê ji bo pêxistina wan, duh (Sêşemê) piraniya bajarê Hesekê bê kehrebe mabû. Di demekê de ku asta germahiyê zêde ye, rawestandina jeneratoran zehmetiyên jiyanî yên şêniyan zêde kirin.

Der barê vê yekê de hevserokê Komîteya Jeneratoran a Şaredariya Gel a Hesekê Mihemed Xemîs ji ajansa me re got: “Ji ber nebûna mazota xizmetguzarî ya ji bo jeneratorên, rêjeya jeneratorên ku duh nehatin pêxistin li bajarê Hesekê ji sedî 80 bû.”

Mihemed Xemîs ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Çend rojên dawiyê li bajêr rêjeya pêxistina jeneratoran bi giştî kêm bûye, ji ber nebûna sotemeniyê. Hinek jî pêdixin, lê saetên pêxistinê kêm kirine. Hin xwediyên jeneratoran karîbûn miqdareke sotemeniyê bînin, vê yekê hişt duh jeneratorên xwe vêxin.”

Mihemed Xemîs got: “Hîn jî danîna beşa xizmetguzarî ya mazotê ji bo jeneratoran bi buhayê wê yê wekî her carî didome, ev yek bi tensîqa di navbera Komîteya Jeneratoran û Gerînendetiya Sotemeniyê de pêk tê. Tê pêşbînîkirina ku di rojên bê de wê sotemenî wekî berê bê peydakirin, bi vê gavê dê pêxistina jeneratoran vegere mîna berê û 8 saetan kehreb bê dayîn.”

Xemîs destnîşan kir ew pêşbîn dikin ku îro miqdareke sotemeniyê bigihêje wan, bêyî ku guhertinê di buhayê wê de çêkin, ew ê sibe (Pêncşem) wê sotemeniyê belavî xwediyên jeneratoran bikin.

(sb)

ANHA