Belavkirina tovê genim dest pê kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest bi belavkirina tovê genim li cotkaran kir.

Belavkirina tovê genim dest pê kir
Belavkirina tovê genim dest pê kir
Belavkirina tovê genim dest pê kir
28 îlon, 2024   15:57
QAMIŞLO

Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan dest bi belavkirina tovên genim li cotkaran kiriye. Sazî tona genim bi 225 dolarî difiroşe cotkaran.

Li gorî nivîsgehê, li tevahî şaxên saziyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belavkirinê dest pê kiriye. Divê destpêkê cotkar nasnameyên xwe, fatoreya wergirtina genim ku dikare bi rêya wê heta 5 tonan hilde, bide û miqdara pêwîst ji depoyan wergire. Lê divê cotkar soz bidin ku ji îro ve dest bi ruxsetkirina zeviyên xwe bikin.

Werşeyên Desteya Çandinî û Avdanê xebatên amadekirina tovên genim piştî bêjingkirin û pakkirina wê bi dawî kiribûn.

Desteyê bi rêya sazî û depoyên xwe cureyên tovên genim disinifîne û diyar kir li herêmê 16 cureyên tovên genim ên ter û hişk hene.

Saziya Pirkirina Tovan heta 18`ê Îlonê 60 hezar ton tovên genim ên bêjinkirî û pakkirî amade kirin ji bo ku li cotkaran belav bike.

Her wiha werşeyên Desteya Çandiniyê ji bo bidestxistina berhemên baş û bênexweşî, li ser tovan gelek tecrube kirine da ku cureya herî baş û ji avhewaya herêmê re guncaw veqetîne û li cotkaran belav bike.

Ji vê sibê ve cotkar serî li navendên wergirtina genim didin.

(şx)

ANHA