Şêniyên Helebê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Di çalakiya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn a li Helebê de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a bi armanca avakirina civakeke siyasî û exlaqî li ser bingehên demokrasiyê, hat nîşandan.
Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê li Helebê û Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyek bi dirûşma "Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" ji bo daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li dar xist.
Çalakî li qada Cebanat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis û komînan beşdar bûn.
Di serî de bi navê Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo hevserokê Mala Êzîdî Menan Cafer peyamek xwend û tê de diyar kir ku berhem û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan roleke girîng di diyarkirina nexşeya nû ya Rojhilata Navîn, avakirina wê li ser bingehên demokrasiyê û rawestandina şerên neteweperestiyê de, lîst.
Hevseroka Tevgera Hîlala Zêrîn Hîdayet Yûsif jî got ku Rêber Abdullah Ocalan gel ji tarîtî, teslîmbûyîn û bişaftinê ber bi rastiya wî ya mirovî, exlaqî û dîrokî ve anî.
Piştre sînevîzyonek li ser sedema têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo misogerkirina mafên gelên bindest hat pêşandan.
Di dawiya çalakiyê de Koma Agirî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û Koma Şehîd Vejîn a Tevgera Hîlala Zêrîn stranên li ser berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.
(mh)