Li Laziqiyê ciwanek di girtîgehê de wefat kir

Di girtîgeheke li Laziqiyê de ciwanê bi navê Mihemed Ximêra piştî tunduristiya xwe xerab bû jiyana xwe ji dest da. Banga lêpirsîna serbixwe û hesabxwestinê ji berpirsan hat kirin.

Li Laziqiyê ciwanek di girtîgehê de wefat kir
16 tebax, 2026   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanê bi navê Mihemed Ximêra yê ji bajarê Hifa yê gundewarê Laziqiyê ye, piştî rewşa wî ya tenduristî di girtîgehekê de xerab bû û rakirin nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Ximêra nexweşê Naûra (hemofîliyê) bû, beriya girtinê û birîna wî ya navendeke polîsan li bajarê Hifa yê Laziqiyê rewşa wî aram bû. Lê piştî çend rojan ji girtinê tenduristiya wî xerab bû û ji ber xwînçûna ji lingê xwe rakirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ê daxuyand ku di testan de xuya bû ku xwîn ji mejî hatiye, piştre axaftin û dîtin winda kir û kete bêhişiyê û di beşa lênêrîna baldar de jiyana xwe ji dest da.

Sedemên mirina Ximêra bûn cihê pirsan, hinan got ji ber îşkenceyê wisa lê hatiye û banga lêpirsîna serbixwe û hesabxwestinê hat kirin.

SOHR’ê anî ziman ku bi mirina Ximêra re 15 kes in di şert û mercên girtinê yan jî îşkenceyê de li gele hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji 2026’an de hatine belgekirin û ji dema hilweşîna rejîma Baas’ê di dawiya 2024’an de bûye 76 rewşên wiha.

(f)