Ji bo benzînxane pereyên kevn qebûl bikin giştîname derxistin

Gerînendeya Xizmetguzariyê ya Enerjiyê giştîname derxist û raghand ku divê benzînxane û navendên belavkirina sotemeniyê pereyên kevn qebûl bikin.

Ji bo benzînxane pereyên kevn qebûl bikin giştîname derxistin
31 tebax, 2026   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeya Xizmetguzariyê ya Parêzgeha Hesekê îro têkildarî benzînxane û navendên belavkirina sotemeniyê giştîname derxist. Di giştînameyê de ji benzînxaneû navendên belavkirina sotemeniyê hatiye xwestin ku pereyên kevn ji welatiyan bigirin.

Giştîname wiha ye:

"Ji bo xwediyên stasyonên benzîxaneyan û navendên belavkirina sotemeniyê yên parêzgeha Hesekê:

Ji bo welatî bikarin pêdiviyên xwe yên sotemeniyê bigirin û pirsgirêk dernekevin ji hemû benzînxaneyan û navendên belavkirina sotemeniyê tê xwestin ku pereyên kevn ên Sûriyeyê qebûlbikin û frotina sotemeniyê ranewestê.

Xwediyên benzînxaneyan û navendên belavkirina sotemeniyê dikarin li banka navendî yan jî li navendên pevguhertina pereyan pereyên kevn biguherîn in.

Ji hemû aliyên têkildar tê xwestin li gorî vê giştînameyê tevbigerin û di bin navê pereyên kevn nagirin frotina sotemeniyê ranewestîn in."

(np)