Koçerên li Biradostê Ji ber bombebaranên dewleta Tirk zozanên xwe ber didin
Koçerên li Herêma Biradostê ji ber bombebaran û êrişên berdewam yên dewleta Tirk a dagirker, neçar dibin ji zozanên xwe biçin.
Her ku diçe ji ber bêdengiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, êriş, dagirkerî û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê berfireh û zêdetir dibin.
Li gorî agahiyên bi destketine, koçerên li Herêma Biradost ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, ji ber bombebaran û êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker, çiya û zozanên xwe berdidin.
Di dîmenan de jî diyar dibe ku koçberên herêmê mal û dewarên xwe kom dikin û herêmê ber didin.
Hêjayî gotinêye ku li gel dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û valekirina bi dehan gundan, di encama êriş û bombebaranên artêşa Tirk de, bi dehan şivan û koçerên li zozanên sînorê Hewlêr û Dihokê şehîd û birîndar bûne.