Gerîla TV dîmenê çalakiyên hewayî weşand

Gerîla TV dîmenê 7 çalakiyên hewayî yên Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar ku ji bo bîranîna Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin lidarxistin weşand.

Gerîla TV dîmenê çalakiyên hewayî weşand
15 tîrmeh 2024   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîla TV dîmenê 7 çalakiyên hewayî yên Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar ya ku di navbera 3 û 11'ê Tîrmehê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa Tirk a dagirker hate xistin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên hewayî ev agahî dabû:

"Di navbera 3-11'ê Tîrmehê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran, baregehên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê û dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sergelê 4 caran ji hewayê hate bombekirin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 8 dagirker birîndar bûn, 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hatin îmhakirin, xisareke mezin li baregehên dagirkeran bû."