Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê weşand

Gerîla TV, dîmenê çalakiya sabotajê ya li qada Ermûşê weşand, ku di encamê de 2 dagirker hatibûn cezakirin.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê weşand
17 kanûn, 2023   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmen de ku li Gerîla TV hate weşandin, tê dîtin ku piştî derba Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê çawa leşkerên Tirk dikevin nava panîkê, direvin û piştre jî vedigerin qada çalakiyê û mirî û birîndarên xwe ji qadê dibin.

HPG'ê di 14'ê Îlonê de li ser çalakiyê daxuyaniyek dabû û gotibû, "12'ê Îlonê li qada Ermûşê piştî demek ji kontrolkirina dagirkeran saet di 06:00 de bi rêbaza sabotajê çalakî hate kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin."