Çalakiya girtiyan di roja 21'ê de ye

Çalakiya Greva birçîbûnê ya li girtîgehan a bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" di roja 21'ê de ye.

Çalakiya girtiyan di roja 21'ê de ye
17 kanûn, 2023   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya greva birçîbûnê a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê  ya bêdem û dorveger a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 21'ê de dewam dike.

Girtiyan di 27’ê Mijdarê de bi armanca tevlîbûna pêngava bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî ”ku di meha 3'yan de dewam dike dest bi greva birçîbûnê kiribûn.