Şerê Moskov û Kiêvê didome

Rûsya ragihand ku wê 33 dronên Ukranyayê ruxandiye, Kievê jî ragihand ku êrişa hewayî ya Rûsyayê hatiye têkbirin.

Şerê Moskov û Kiêvê didome
17 kanûn, 2023   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala wê ya hewayî 33 dron ruxandine ku Ukranyayê avêtin asîmanê herêmên Rûsyayê.

Di daxuyaniya wezaretê ku li ser ′Telegerm′ weşandiye hate gotin, ′′Dron bêmirov beriya ku bigihêjin hedefên xwe li herêmên Lipetsk, Rostov û Volgogradê hatine astengkirin an jî hatin rûxandin."

Hêzên asmanî yên Ukraynayê jî îro li ser kenala xwe ya ′Telgeramê′ ragihand ku Rûsya bi şev bi mûşekeke balistîk a Îskender, mûşekeke Kruz û 20 dronan êrişî Ukraynayê kiriye. Her wiha diyar kir ku mûşeka îskender negihişt hedefa xwe.

(bb)