NY'ê bang li Yemenê kir ku xwe ragire

NY’ê bang li aliyên berpirs ên li Yemenê kir ku xwe ragirin û çalakiyên leşkerî rawestînin û li ser rageşiya leşkerî ku dibe ku bi xwe re aloziyên herîmî bîne û krîza mirovî zêde bike, hişyarî da.

NY'ê bang li Yemenê kir ku xwe ragire
17 adar, 2025   00:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê sekereterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stéphane Dujarric bang li aliyên berpirs û xwedî rol ên Yemenê kir ku çalakiyên xwe yên leşkerî yên Yemenê rawestînin, nexasim piştî êrişên Amerîkayê yên li dijî Yemenê.

Dujarric diyar kir ku çi rageşiya leşkerî wê bi xwe re aloziyên herêmî zêde bike û bertekên tolhildanê zêde bike, her wiha bi xwe re bêîstîqrariyekê li Yemenê çêke û metirsiyên mezin li ser rewşa mirovî ya Yemenê çêke.

(fr)