DEM Partî wê bi Bahçelî re bicive

Hevserokên DEM Partî Tulay Hatîmogulleri û Tuncer Bakirhan wê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Bevlet Bahcelî re bicive.

DEM Partî wê bi Bahçelî re bicive
23 gulan, 2025   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdanên şandeya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) ya bi aliyên siyasî re didome. Di vê çarçoveyê de wê Hevserokên DEM Partî Tulay Hatîmogulleri û Tuncer Bakirhan wê li gel Hevserokên Komax we Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temelî re bi Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Miletgerî (MHP) Bevlet Bahcelî re bicive.

Hate ragihandin wê hevdîtina şandeya DEM Partî û Bahcelî 27’ê Gulanê saet 11:30’î li Meclîsê pêk were.

Tê pêşbînîkirin ku wê şande hefteya pêşiya me bi AKP’ê re jî bicive.