Gera duyemîn a dan û standinên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi dawî bû

Gera duyemîn a dan û standinên Cinêvê yên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi dawî bû. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) geşbîniya xwe nîşan da.

Gera duyemîn a dan û standinên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi dawî bû
18 sibat, 2026   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Gera duyemîn a dan û standinên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de li Cinêvê bi dawî bû. Nûnerê DYA`yê Steve Witkoff geşbîniya xwe li ser hewldanên welatê xwe yên ji bo bidawîkirina şerê nêzîkî çar salan anî ziman.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dan û standin wek dijwar bi nav kirin û diyar kir ku "beşdariya Ewropayê di dan û standinên li gel Rûsyayê de pir girîng e."

Serokê şandeya Rûsyayê Vladimir Medinsky diyar kir ku "dan û standin dijwar bûn lê pratîk bûn û gera nû dê di demeke nêzîk de were lidarxistin.”

Li ser erdê, hêzên Rûsyayê berî destpêkirina roja duyemîn a dan û standinan êrişên hewayî û bi mûşekan ên berfireh li ser axa Ukraynayê dest pê kirin, ev yek bû sedem ku wezîrê karên derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha êrişan wek "paşguhkirina hewldanên aştiyê ji hêla Rûsyayê ve" bi nav bike.

(k)