Gêlo Îsa: Rêber Apo deriyê aştiyê vekir, divê dewleta Tirk jî helwesta xwe diyar bike

Gêlo Îsa got “Rêber Apo bi banga xwe ya aştiyê deriyê aştiyê vekir, her wiha derî ji asoyeke nû yê çareseriyê jî re vekir. Divê dewleta Tirk jî xwe zelal bike û helwesta xwe ji bo banga aştiyê diyar bike.”

Gêlo Îsa: Rêber Apo deriyê aştiyê vekir, divê dewleta Tirk jî helwesta xwe diyar bike
1 nîsan, 2025   11:30
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDKS) Gêlo Îsa ji ANHA`yê re axivî.

Gêlo Îsa di destpêkê de diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bangeke dîrokî bû û wiha axivî: “Banga Rêber Apo ji hemû aliyan ve erênî hate dîtin, lê heta niha tu guhertin ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye kirin û tu gav jî neavêtine.”

`DIVÊ DEWLETA TIRK ŞER BIDE RAWESTANDIN`

Gêlo Îsa da zanîn ku dewleta Tirk di nava aloziyê de ye û got: "Di nava Tirkiyeyê de alozî tê meşandin, divê dewleta Tirk li xwe vegere û destê xwe dirêjî banga aştiyê bike. Wekî tê zanîn ku piştî banga aştiyê ya dîrokî, Partiya Karkerên Kurdistanê agirbest îlan dikir. Lê dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Lewra divê dewleta Tirk ji helwesta xwe re lêvegerekê çêke û şer bide rawestandin.”

Di berdewama axaftina xwe de Gêlo Îsa bal kişand ser banga Rêber Abdullah Ocalan û got: "Rêber Apo bi banga xwe ya aştiya deriyê aştiyê vekir, her wiha derî ji asoyekî nû yê çareseriyê jî re vekir. Divê dewleta Tirk jî xwe zelal bike û helwesta xwe ji bo banga aştiyê diyar bike.”

`ŞERTÊ BINGEHÎN EV E; DIVÊ RÊBER APO JI ZINDANÊ DERKEVE`

Îsa wiha pê de çû: “Yek ji şertên bingehîn ew e ku Rêber Apo ne di zindanê de be. Divê Rêber Apo jî di vê pêvajoyê de li derve be û pêşengiyê ji civakê re bike. Bi deh hezaran gerîla hene, ne mimkun e ku çekên xwe deynin. Ew tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe.”

Gêlo Îsa di dawiyê de got Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe tev di nava lêgerîna azadî û demokrasiyê de daye û got: “Rêber Apo dikare gelek gavên erênî li ser asta cîhanê jî biavêje, va ye Rêber Apo û gerîla li tevahî cîhanê deng daye. Va ye rojbûna Rêber Apo hemû gel dikin rojbûna xwe, em jî li tevahî şoreşgeran û tevahî gelên bindest pîroz dikin vê rojê, li hemû azadîxwazan jî. Em ê vê salê bikin sala azadiyê ji tevahî gelan re.” 

ANHA