Piştî komkujiyê gundiyan şeva xwe li çolan borand

Piştî komkujiya li gundê Herfbenmera yê bajarê Banyasê, bi sedan gundiyan şeva xwe li çol û daristanan borand.

Piştî komkujiyê gundiyan şeva xwe li çolan borand
1 nîsan, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh anku di roja yekemîn a cejna Remezanê de, komeke çekdaran êrişî gundê Herfbenmera yê bajarê Banyasê yê parêzgeha Tertûsê kir. Çekdaran ku rûyên xwe nixumandibûn, tevî mixtarê gund 6 sivîl qetil kirin.

Li gorî nûçeyan, çekdarên êrişkar girêdayî komeke çekdar in ku li baregeha Dîsna ya nêzî gund bi cih bûye.

Hate diyarkirin, piştî komkujiyê gundî ji tirsa komkujiyeke din şeva xwe li çol û daristanan borand.

Hate zanîn ku daxuyaniyên dilrihetkirinê yên ku rayedarên parêzgehê dane, ji bo vegera gundiyan a li malên xwe têrker nebû.

(bb)