Li Xezayê di 10 rojan de 322 zarok hatin kuştin

UNICEF'ê ragihand ku piştî destpêkirina êrişên leşkerî yên Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê, di nava 10 rojan de herî kêm 322 zarok hatin kuştin.

Li Xezayê di 10 rojan de 322 zarok hatin kuştin
1 nîsan, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

UNICEF'ê têkildarê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê daxuyanî da. UNICEF'ê diyar kir ku piştî agirbest xira bû, ew texmîn dikin ku di encama bombebaranan de 322 zarokan jiyana xwe ji dest daye û 609 zarok jî birîndar bûne.

UNICEF'ê da xuyakirin: “Piraniya van zarokan ji cih û warên xwe bûbûn û di kon û rewşên giran de dijiyan.”

UNICEF'ê diyar kir ku di nava wan de zarokên ku di êrişa 23'yê Adarê ya li dijî Nexweşxaneya Nasir a li başûrê herêmê jiyana xwe ji dest daye yan jî birîndar bûne jî hene.

Îsraîl di 18’ê Adarê de agirbesta ku di 19’ê Çileyê de di navbera xwe û Hemasê de pêk anîbû, xira kir û di tevahiya meha Adarê de bê navber operasyonên bejahî pêk anîn û herêm bombebaran kir.

Seroka UNICEF'ê Catherine Russell got: “Agirbestê ji bo zarokên Xezayê ewlehiyek çêkiribû. Lê niha careke din zarok bi tundî û xizaniyê re rû bi rû ne."

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî ji roja ji nû ve destpêkirina êrişan û vir ve li Xezayê hezar û yek kesî jiyana xwe ji dest daye. Ji destpêka şer û vir ve ku ji ber êrişa Hemasê ya 7'ê Cotmeha 2023'yan a li dijî Îsraîlê rû da, hejmara giştî ya miriyan gihaşt 50 hezar û 357’an.

Li gorî UNICEF'ê jî, ji vê hejmarê 15 hezar zarok in.