Gelek taxên Tehranê bê elektrîk mane

Li gelek taxên paytexta Îranê Tehranê piştî teqînan elektrîk qut bûye.

 Gelek taxên Tehranê bê elektrîk mane
31 adar, 2026   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê ragihand ku piştî teqînan, li gelek taxên Tehranê elektrîk qut bûye.

Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê jî da zanîn ku elektrîk li ser hin taxên rojhilat û rojavayê Tehranê qut bûye.

Li gorî heman ajansê sedema qutbûna elektrîkê hedefkirina stasyona enerjiyê ye û rayedar ji bo sererastkirinê dixebitin.

Artêşa Îsraîlê beriya niha hişyarî dabû niştecihên Tehranê ku beriya êrişa li dijî binesaziya leşkerî xwe li stargehan bigirin.

(bb)