Gelê Silêmaniyê, Hewlêr û Mexmûrê ji bo Rojava li ser pêyan e

Gelê Silêmaniyê, Hewlêr û ciwanên Mexmûrê bi çalakiyan piştgirî da berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê.

Gelê Silêmaniyê, Hewlêr û Mexmûrê ji bo Rojava li ser pêyan e
Gelê Silêmaniyê, Hewlêr û Mexmûrê ji bo Rojava li ser pêyan e
Gelê Silêmaniyê, Hewlêr û Mexmûrê ji bo Rojava li ser pêyan e
Gelê Silêmaniyê, Hewlêr û Mexmûrê ji bo Rojava li ser pêyan e
Gelê Silêmaniyê, Hewlêr û Mexmûrê ji bo Rojava li ser pêyan e
21 ÇILE, 2026   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê Silêmaniyê, Hewlêr û ciwanên Mexmûrê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî, DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê çalakiyan li dar xistin.

Li navenda bajarê Silêmaniyê welatî daketin qadan û bi meşekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava nîşan da.

Di çalakiyê de daxwaz ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku xwedî helwest bin û û bal kişandin ser yekîtiya netewî.

Hate gotin ku di vê dema hestyar de divê hemû beşên Kurdistanê yek deng li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin.

Komek ciwanên navçeya Mexmûr serdana çalakiya piştgiriya ji bo Berxwedana Rojava li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî kir, piştevaniya xwe ya ji bo gelê Rojava anî ziman.

Ciwanan peyamek da û bang li hemû Kurdan kir ku bi yek dengî rabin ser xwe berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.

Di vê çarçoveyê de li Hewlêrê jî meşek hate lidarxistin. Bi sedan kesên kombûn bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re qêriyan.

Welatiyan di meşê de ragihandin ku dixwazin Kurdan têk bidin, lê Kurdistan yeke û ti carî jî nabe çar parçe.

Welatiyan ragihand ku wê berxwedana gel a hemberî dagirkeriyê dewam bike û nabe Herêma Kurdistanê bibe temaşevanê rewşê. Welatiyan banga parastina Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê kirin û dan zanîn ku parastina Rojava parastina nasnameya neteweyî ye.