Gelê Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa gihîşt Tişrînê

Komeke nû ya gelê kantona Cizîrê gihîşt Bendava Tişrîn ku tev li çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya QSD’ê bibin.

Gelê Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa gihîşt Tişrînê
Gelê Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa gihîşt Tişrînê
Gelê Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa gihîşt Tişrînê
Gelê Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa gihîşt Tişrînê
Gelê Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa gihîşt Tişrînê
27 adar, 2025   19:02
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Komeke nû ya xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê da ku tev li berxwedana bendavê bibin û parastina wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin û piştgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ).

Ew kom wê li şûna xelkê bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê û Til Birakê yên kantona Cizîrê parastina bendavê dewr bigire.

Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bi kom berê xwe dide bendavê û wê ji êrişên dagirker û çeteyan diparêze.

(fr)

ANHA