Gel bi QSDˈê re ye

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştevaniya bi hêzên xwe yên leşkerî re, di nava seferberiyê de ne.

Gel bi QSDˈê re ye
Gel bi QSDˈê re ye
Gel bi QSDˈê re ye
Gel bi QSDˈê re ye
Gel bi QSDˈê re ye
Gel bi QSDˈê re ye
Gel bi QSDˈê re ye
Gel bi QSDˈê re ye
Gel bi QSDˈê re ye
6 ÇILE, 2025   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya seferberiya giştî de ku QSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandiye, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir ji aliyê endamê meclisê Mesûd Yûnis ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê banga QSDˈê ya seferberiya giştî dibersivînin. Em amade ne li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me bisekinin. Bila dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bizanibin em ê heta dilopa dawî ya xwînê li ber xwe bidin."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên silavkirina berxwedana QSDˈê hatin berzkirin.

ÇILAXA

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bi hemû pêkhate, rûspiyên eşîran û nûnerên partiyên siyasî re, bi meşekê piştgirî da QSDˈê.

Girseyê ji pêşiya Çerxerêya Jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Mahsûm meşî. Li qadê piştî deqeya rêzgirtinê endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanan Yûnis Hacî axivî. Hacî di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku şêniyên herêmê piştevaniyê didin QSDˈê.

TEBQA

Endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe bi QSDˈê re nîşan da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya li qada avahiya HPCˈê ya li bajarê Tebqayê hat dayîn û ji aliyê rêvebera HPCˈê Emîne Ebdulrezaq ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê peyama piştevaniya bi QSDˈê re hate dayîn. Bang li tevahî pêkhateyan hate kirin ku li dora QSDˈê bin.

(bb)

ANHA

AMÛDÊ