Gefên DAIŞ’ê, krîza Xezayê û rewşa hikumeta Lubnanê mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyan nivîsî ku êrişên dawîn ên DAIŞ`ê nîşan didin ku hêza DAIŞ’ê ya birêxistinkirin û bangeşiyê hîna berdewam e û ji bo pêşîlêgirtinê stratejiyeke berfireh hewce dike. Rojnameyan her wiha destnîşan kir ku li Lubnanê ji ber nebûna rêveberiyeke bibandor valahiyeke sazîbûnê heye. Di heman demê de kareseta mirovî li Xezayê ji ber dorpêç û şer berdewam e.

Gefên DAIŞ’ê, krîza Xezayê û rewşa hikumeta Lubnanê mijarên rojnameyên erebî ne
20 kanûn, 2025   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê li ser pirsgirêkên rêveberî û desthilatdariyê yên li Lubnanê, zêdebûna tevgera DAIŞ`ê û trajediya mirovî ya li Xezayê nivîsîn.

Rojnameya El Quds El Erebî diyar kir ku Lubnan di hêla sazîbûnê de ji demên berê hinekî baştir e. Lê ev sazîbûn bersiva pirsa bingehîn nade; bi rastî kî rêveberiyê dike, kî kontrol dike, û kî lêveger e?

Rojnameyê destnîşan kir ku dîroka piştî şerê navxweyî nîşan dide ku hêza rastîn kêm caran ketiye destê saziyên destûrî, lê belê “di navbera wesayeta Sûriyeyê ya berê, serdestiya Hizbullahê ya paşê û bandora paytextên biyanî de guheriye”.

Rojnameya El Şerq El Ewset hişyarî da ku êrişên dawîn ên DAIŞ’ê û êrişa li Sydneyê, gefeke cîhanî ya nû aşkera dikin ku li dijî her kesî ne. Rojnameyê diyar kir ku DAIŞ hîna jî xwedî hêzeke berbiçav e ku bi rêya sîber dikare endaman tev li xwe bike û bangeşiyê bike. Rojnameyê destnîşan kir ku "paşguhkirina vê xetereyê yan sînordarkirina wê bi erdnîgariya rojavayî re, şaşiyeke mezin e, ji ber ku cîhana îslamî di rêza pêşîn a hedefan de ye."

Rojnameyê da zanîn ku rûbirûbûna bi DAIŞ`ê re hewce dike ku propagandaya wê were naskirin û mekanîzmayên belavbûna wê di "quncikên qirêjî yên înternetê de" were dîtin, her wiha stratejiyeke ewlehî û îdeolojîk a berfireh hewce dike.

Rojnameya Îmaratê El Xelîc wêneyekî trajedîk ê rewşa mirovî ya li Xezayê nîşan da û diyar kir ku herêm du sal piştî şerekî wêranker, di nava trajediyeke de ye, ev rewş ji ber bahozên zivistanê û dorpêça Îsraîlê girantir bûye.

Rojnameyê diyar kir ku pêşîgirtina li ketina xurek, derman û kel û pelên stargehan cureyekî kuştina hêdî ye û hişyarî da ku eger rewş berdewam bike, dê karesateke mirovî ya mezin çêbe.

Rojnameyê bang li dewletên garantor ên peymanê kir ku zexteke rastîn li Îsraîlê bikin û da zanîn ku rizgarkirina Xezayê êdî ne tenê vebijêrkeke exlaqî ye, lê pêdiviyeke siyasî û mirovî ya lezgîn e.

(k)