Girtiyên li Girtîgeha Reqayê îsyan çêkir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku li girtîgeha Ehdas a Reqayê girtiyan îsyan çêkr, hin odeyên girtîgehê şewitandin û hewl dan birevin.

Girtiyên li Girtîgeha Reqayê îsyan çêkir
28 adar 2024   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê îsyana girtiyên li girtîgeha Ehdas a Reqayê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Girtiyên di girtîgeha Ehdas a bajarê Reqayê de tevlihevî di hundirê girtîgehê de derxist û hejmarek ji odeyên wê şewitandin û hewl da birevin. .Hêzên me yekser destwerdan kir û dest bi operasyonê di hundirê girtîgehê de kir. Niha rewş hatiye kontrolkirin."

 (fr)