Fransa û Awusturya êrişên li Suriyeyê dijî sivîlan şermezar kirin

Wezareta Karên Derve ya Fransayê û Awusturyayê bi daxuyniyan êrişên li Suriyeyê ya dijî sivîlan şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku buyer bên lêkolînkirin û sucdar bên cezakirin.

Fransa û Awusturya êrişên li Suriyeyê dijî sivîlan şermezar kirin
9 adar, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nava rojên borî de li gelek bajarên Sûriyeyê; Laziqiye, Tartûs, Humis rageşiyeke leşkerî ya xeternak heye. Di encama van rageşî û pevçûnên dualî yên hêzên girêdayî desthilata Şamê û komên çekdar de bi sedan kes hatin kuştin. Derbarê aloziyan de, Wezareta Karên Derve ya Fransa û Awusturyayê daxuyaniyek belav kirin.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniya xwe de kuştinên sivîlan şermezar kir û hate destnîşankirin ku divê lêpirsîneke serbixwe were misogerkirin da ku rastiyên li pişt sûcên ku di van bûyeran de hatine kirin derxe holê. Fransayê xwest sucdar bên cezakirin.

Awusturya

Wezareta Karên Derve ya Awusturyayê jî li ser hesabê xwe yê X’ê peyame belav kir û bang li hemû aliyan kir rageşiyê kêm bikin û sûcdar bên darizandin.

Wezaretê got; “Divê birêvebiriya niha ya Sûriyeyê qonaxeke siyasî ya hevgirtî û aştiyane misoger bike.”