Hamasê avakirina komîteyek ji bo rêvebirina Xezayê pejirand

Hemas avakirina komîteyek ji kesayetiyên niştimanî yên serbixwe ji bo birêvebirina Xezayê pejirand û daxwaza destpêkirina bilez a gotûbêjan li ser qonaxa duyem a rêkeftina agirbestê kir.

Hamasê avakirina komîteyek ji bo rêvebirina Xezayê pejirand
9 adar, 2025   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemasê îro ragihand ku ew avakirina komîteyek ji kesayetiyên nîştimanî yên serbixwe ji bo birêvebirina Xezayê dipejirîne û di daxuyaniyekê de daxwaz kir ku "demildest" gotûbêjên qonaxa duyem a rêkeftina agirbestê pê bikin.

Hemasê da zanîn ku şande wê bi serokê Îstixbarata giştî ya Misrê Hesen Mehmûd Reşad re li Qahîreyê li ser agirbesta li Xezeyê û lihevkirina berdana dîlan li hember azadkirina girtiyên filistînî di hemû qonaxên wê de gotûbêj kiriye.

Şandeya serkirdayetiya tevgera Hemasê spasiya xwe ji bo hewlên Misrê anî ziman, her wiha rêzgitina xwe der encamên Civîna Bilind a Erebî, bi taybetî plana avakirina Xezayê, nîşan da.

Şandeyê her wiha piştrast kir ku "Tevgerê damezrandina komîteyeke piştevaniya civakê ji kesayetiyên neteweyî yên serbixwe ji bo birêvebirina Xezayê pejirandiye. "

(k)