Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Deraayê

Hêzên Îsraîlê derbasî herêma Hewzeya Yermûkê ya li bejahiya Derayê bûn û avêtin ser gelek malan.

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Deraayê
9 adar, 2025   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh hêzên Îsraîlê derbasî bajarokê Cemla yê li devera Hewzeya Yermûk a li gundewarê rojavayê Deraayê bûn û bi ser hin mala de girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li mizgefên bajarê Tefesê banga seferberiyê hat kirin û ji bo rageşiyeke muhtemel jî kombûneke mezin a çekdaran xwe amade kir.

Beriya du rojan jî hêzên Îsraîlê ketin rêya navbera bajarokên Cebata Xeşeb û Ofanya yê gundewarê bakurê Quneytrayê û Li gundê Riwêhîanyê jî bendeke kontrolê danî.

(bb)