Fransa: Divê Îran tawîzên mezin bide ku ji êrişan bi dûr bikeve

Wezîrê Derve yê Fransayê daxuyand ku divê Îran "tawîzên mezin" bide û danûstandinên cidî bike da ku ji êrişên leşkerî yên gengaz ên Amerîkayê bi dûr bikeve.

Fransa: Divê Îran tawîzên mezin bide ku ji êrişan bi dûr bikeve
1 sibat, 2026   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "Libération" diyar kir ku divê Îran di danûstandinên dîplomatîk de "tawîzên mezin qebûl bike" da ku ji êrişên gengaz ên Amerîkayê li ser axa wê bi dûr bikeve.

Barrot ragihand ku Amerîkayê xwe xistiye rewşekê ku êrişên leşkerî li dijî Îranê bide destpêkirin. Barrot da zanîn ku wî rêya danûstandinê ji rejîma Îranê re pêşkêş kiriye ku vê yekê firset bigire, tawîzên mezin qebûl bike û guhertinên bingehîn di metoda xwe de pêk bîne.

Barrot ragihand ku "divê Îran dev ji gefxwarina li ser cîranên xwe yên herêmê û berjewendiyên me yên ewlehiyê berde. Divê gelê Îranê jî azadiya xwe bi dest bixe, desthilat zordariyê bi dawî bike, girtiyan berde, darvekirinê rawestîne û enternetê vegerîne."

(fr)