Macron bi Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri re axivî

Koşka Elysee daxuyand ku serokê Fransayê bi telefonê bi Fermandarê Giştî yê QSDˊê û serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri re axivî. Di telefonê de li ser pêşketinên li herêmê nîqaş hatin kirin û hat gotin ku Fransa piştgiriyê dide agirbestê û têkoşîna dijî terorê.

Macron bi Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri re axivî
1 sibat, 2026   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Elysee ragihand ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê bi serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri û Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re li ser pêşketinên li herêmê axivî.

Elysee daxuyand ku di çarçoveya hewlên navbeynkariya hefteyên dawî de hatine kirin de Macron lihevkirina agirbesta mayînde ya di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de pêşwazî kir. Macron destnîşan kir ku divê bendên lihevkirinê bi temamî werin bicihanîn, Fransa piştevaniya vê lihevkirinê dike.

Macron da zanîn ku welatê wî û hevkarên wê girîngiyê didin berdewama têkoşîna li dijî DAIŞˊê. Ji ber ku ev yek li gorî berjewendiyên ewlehî yên Fransa, herêmê, Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne.

Di daxuyaniya Elysee de hat gotin ku Fransa bi hemhengiya hevkarên xwe piştgiriyê dide Sûriyeyê û gelê wê, da ku Sûriye di nava aştiyê de be, ji terorê were paqijkirin, rêzê ji hemû pêkhateyan re digire, nemaze gelê Kurd.

(fr)