Fistiqên helebî rewşa aborî ya gund guherand

Li gundê Eseliyê yê Minbicê fistiqên helebî ku ji sala 1960’î ve tên çandin, guhertineke mezin di aboriya gund de çêkiriye û ji gundên derdorê re bûye mînak.

Fistiqên helebî rewşa aborî ya gund guherand
Fistiqên helebî rewşa aborî ya gund guherand
Fistiqên helebî rewşa aborî ya gund guherand
Fistiqên helebî rewşa aborî ya gund guherand
Fistiqên helebî rewşa aborî ya gund guherand
Fistiqên helebî rewşa aborî ya gund guherand
Fistiqên helebî rewşa aborî ya gund guherand
Fistiqên helebî rewşa aborî ya gund guherand
2 gulan, 2024   09:56
MINBIC

Şêniyên gundê Eseliyê yê kantona Minbicê ji salên 60’î yên sedsala borî de dest bi çandina darên fistiqên helebî kir. Çandina fistiqên helebî di salên dawîn de rewşa aborî û jiyanî ya şêniyên gund bi temamî guhart. Şênî bi çandina fistiqan debara xwe dikin.

JI SALÊN 60’Î VE FISTIQ TÊN ÇANDIN

Cotkar Necmedîn Îbrahîm ê ji gundê Eseliyê diyar kir ku berê wan darên rez diçandin, lê ji ber kêmbûna avê û hişkesaliyê, ji sala 1960'an ve dest bi çandina fistiqên helebî kiriye. Necmedîn Îbrahîm got, bavê wî şitilên darên fistiqên helebî ji Bakurê Kurdistanê anîn û diyar kir ku li cem xizmekî wî yê ji Bakur nêzî 150 dar hebûn.

Îbrahîm wiha domand: "Dema bavê min dît ku berhem baş e qada çandina wan berfireh kir û li gundên derdorê jî belav bû. Wê demê çandina fistiqên helebî bi amûrên kevn dihatin kirin, lewra çandina fistiqan ne hêsan bû.”

Darên fistiq ji darên din cuda ne. Darên din di 3 yan 4 salan de berhemê didin, lê fistiq berî 8 an 10 salan berhemê nade. Piştî 4 salan ji çandina şitilan tên aşlekirin û dîsa 4 salan zêdetir jî dimîne heta ku berhem bide. Destpêkê berhem kêm e, piştre bi zêdebûna temenê darê re baştir dibe.

Îbrahîm diyar kir ku şêniyên gundên din jî dest bi çandina fistiqan kiriye û got: "Şêniyên gundên din tên ba me da ku fêrî rê û rêbazên rast ên çandin û xwedîkirina daran û dermankirina wan bibin. Em jî tecrubeya xwe bi wan re parve dikin.”

Cotkar Hecî Zekeriya destnîşan kir ku berê wan genim û cehê bejî diçandin û wiha domoand: "Genim û cehê bejî jî xwe dispêrin ava baranê. Dema dibû hişkesalî jî rewşa me xirab dibû, lewra wê me berê xwe da çandina fistiqên helebî ku darên wan çiyayî ne û pêwîstiya wê bi ava zêde tune ye."

Zekeriya diyar kir ku desptêkê Eseliyê gundê yekane yê kantona Minbicê bû ku fistiqên helebî lê dihatin çandin û wiha pê de çû: "Li gund malek bêyî darên fistiqan tune bû. Ji ber çandina fistiqan rewşa gund hatiye guhertin, rêjeya bêkarî û xizaniyê kêm bûye."

HEZAR HEKTAR DAR

Li gundê Eseliyê li hezar hektar erd dar hatin çandin. Ji hezar hektarî 650 hektarî bi darên fistiqên helebî hate çandin.

Mehmûd Cimo der barê bandora berhema fistiqan li rewşa aborî ya gund de got: "Xuya ye ku berhema fistiqan hişt şêniyên gund penaber nebin û li tu karan negerin. Şêniyên gund bi rêya berhemên fistiqan proje vekirin û gund bi pêş xist. Her wiha hevgirtineke civakî jî li gund ava kir."

Mehmûd diyar kir ku salane nêzî 800 kes di mewsimê fistiqan de dixebitin û nêzî 50 malbat jî ji derveyî gund hatine, bi awayekî mehane di mewsimê de dixebitin.

Cotkarên fistiqan destnîşan kir ku hilberîna gund a salane digihêje 250 tonî ku ji bo herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tên veguhastin.

Li gorî Cimo, bi rêya çandina fistiqan rewşa aborî bi pêş dikeve û aramiya çandinî jî pêk tê. Di encamê de rêgeza xwetêrkirinê pêk tê û rêjeya zêde ji bo derve tê derxistin.

(mh)

ANHA