Para ard hat zêdekirin lê hîn pêdiviya şêniyên Humsê nehatiye dabînkirin

Li bajarê Teldo yê Humsê tevî zêdekirina para ard ji bo firinan jî, ji ber zêdebûna asta daxwaza li ser nan hîn jî pêdiviyên şêniyan pêk nehatine.

Para ard hat zêdekirin lê hîn pêdiviya şêniyên Humsê nehatiye dabînkirin
6 tebax, 2026   05:07
HUMS

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me dane, tevî ku Gerînendetiya Bazirganiya Hundirîn û Parastina Serfkaran li Humsê biryara zêdekirina ard (ji bo her firnekê rojane 2 tûrik tên dayîn) ji bo firnan dane, hîn jî aloziya dabînkirina nan li bajarê Teldo yê  Humsê didome. Hîn jî li ber deriyên firinan û navendên belavkirina nan qelebalix heye.

Şêniyên bajêr diyar kir ku zêdebûna dawî beşek ji zexta heyî kêm kir, lê di demekê de ku buhabûna heye, hîn ji bo pêwîstiyên heyî ne têrker e.

Xwediyê firinekê da zanîn ku beriya biryara herî dawî wî rojane 35 tûrikên ard digirt, ji wî ardî hezar û 800 tûrik nan derkeve, piraniya wan dighîje kesên firoşkar, tişta yekser ji bo şêniyan tê dayîn tenê derdora 200 tûrikên nan in, ev jî têra pêdiviya xelkê nake.

Xwediyê firinê da zanîn ku zêdekirina 2 tûrikên ard ji bo her firinekê beşek ji zextê kêm kir, lê bingeha pirsgirêkê çareser nekiriye, ji bo her firinekî rojane zêdekirina derdora 10 tûrikên ard pêwîst dike.

Gerînendetiya Bazirganiyê ya Hundirîn û Parastina Serfkaran a Humsê destnîşan kir ku piştî şopandina rewşa firinan wan pêdiviyên bajêr li ber çavan girtin, amade ye ku pêşerojê para ard ji bo firinan zêde bike.

(sb)

ANHA